lew sere pîrêjnêkî popsipî leber dergay...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  541 views

lew sere pîrêjnêkî popsipî leber dergay eşkewtêka, bûkekey sîpałêkî bo řaxsitibû. saweryan kirdibû, sawerekey lewlawe leser cacmêk bo hełxistibû, bêşkey mindałekey lelayewe danabû, xeřekêkîşî be hendê petkewe xistibuwe berdem, lenaw gilêneyeka hendê qawtîşî bo danabû. bûke xoy çûbû bo mazûkirdin, pîrêjnekeş kełpekełpî bû, hîç didan le demya nemabû. pîrêjneke be destî řastî xeřekî eřist, be qaçî bêşkey řa’ejend, be destî çepî çolekey der ekird le sawereke, le beyna petkî eda be dem xeřekekewe, car carîş gwêłî qawtî heł’egirt eybird bo demî, bełam leber ewey ke le ber lûtî eşkewteda bû bayeke neyehêşt hîçî biçête demî. kuřêkî qoşmeş lepał darêka westabû seyrî karesatî pîrêjney ekird. pîrêjne pêy zanî, lay wabû bo ewe řawestawe, emca be çawîşî destî kird be çawbiřkêkirdin legeł ewîşa! kuře êcgar le qawit xwardinekey serî suřmabû, çunke hîçî ne’eçuwe demî. lêy nizîk bowe witî: tazeşemame! ewe çî exoy? pîrêjneş cwabî dayewe witî: gyanî tazeşemame, ta em baye lem kunewe bê hîç!