mewlû hebû le sine serdemî gencayetî be...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  539 views

mewlû hebû le sine, serdemî gencayetî be ełwatî û herzeyetî řabwardibû, koy le hîç xirape û dawênpîsîyek nekirdibowe. le encama be tanutlêdanî em û ew, hênayane ser ewey ke jin bênêt. çû jinî bêwejnêkî mare kird, bêwejnî xesû hat destî kird be amojgarîkirdinî û pêy wit kuřim omêd ekem îtir serdemî herzekarît beser biçêt û carêkî ke tuxnî îşî naşayste nekewî. mewlûyş witî: amojin! merc bê em zawayetîyey min legeł em kiçey toda axir xirapekarîm bêt!