hejar gêřayewe witî le seqiz taze damudezgay...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  513 views

hejar gêřayewe witî:

le seqiz taze damudezgay didansazî hatbû, řojêk ḧeme’elî begî xuřxuře hatbû bo seqiz, ḧacî fetaḧî seqzî bangêştî nanî nîweřoy bo kirdibû. ḧeme’elî beg, ke eçê taqme didanêkî tazey dirust kirdibû, le şwênekey xoy didanekanî her şewê ke xistibûye naw lîwane awekewe, beyanî lebîrî çûbû bîxatewe demî. leser sifrey nanxwardneke pekî ekewê û ełê: wełła hîçim bo naxurê, didanekanim lebîr çuwe. pyawêkî tirîş her lewê ebê, dest eba le gîrfanya xiřexiř deste danêk derdênî û eydatê, ełê: bîxere demit bizane çone? ḧeme’elî beg, werî egrê û eyxate demî û ełê: gewreye, kabra dest eba le gîrfanya taqmêkî tirî bo derdênê û ełê da bizane emane çonin. ewîş taqî ekatewe ełê: wełła emaneş biçûkin naçê be demma. kabra em careş dest eba taqmêkî tir derdênê û eydatê, ełê emaneş taqî kewe. ḧeme’elî beg ke ewane exate demî, ełê: wełła emane zor çakin û piř be demmin, paşan le kabra epirsê ełê: bira to çît? wa dyare didansazît! kabraş ełê: newełła qurban! min mirdûşorim!