mela ’arf le xaneqî boy gêřamewe witî zû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  581 views

mela ’arf le xaneqî boy gêřamewe witî:

zû, pyawêkî pîr pîr hebû le xaneqî «dosey»y naw bû, em doseye her le mindiłîyewe zeman hênabûy be serya bibû be «kakeyî». paşan kuř û şitî hebû, yekê le kuřekanî «nûrî» naw bû, em nûrîye mindał bû. serdemî şêxayetî û zerg weşandin le bawa bû, xelîfeyek hate xaneqî û kořî zikirî dabest. nûrî çuwe nawyan û pêwe bû, bû be dewrêş û gwêyan kun kird û wekû derwêşekanî tir fêrî «hay hu»y bû.

dinya řemezan bû xełk le serban enûstin, hełsan bo parşêw û bû be teq wihořî kewiçk û mencełî çêşt, nûrîş lem teqe teqe xeberî bowe destî kird be nûkenûk û witî: be řojû ebim, bawkî dû sê çepokî kêşa be serya û pêy wit: bixefe bixefe. kełkî nebû, nûrî agirî řojû hełî girtibû û xewî lewanîş ’eram kird. naçar dose be daykekey wit: heste nan û çayek û řay ey dałk xîze bike. emca leber xoyewe her eyut: min le kû hû hû le kû?! min le kû řûze le kû?! desa dawu heqim le xwa bisenî, řay ey ketne!