ḧesen begî caf boy gêřamewe witî ḧemey elî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  483 views

ḧesen begî caf boy gêřamewe witî: ḧemey elî weys «bece» hebû, le hozî ’emełe bû le naw cafa, eme sereta şwan bû, paşa dewłemend bû û çûbû bo ḧec, lewlawe beser lubnan û beyrûtda geřabowe, lêm pirsî ḧacî lubnan xoşe? witî: mîrim, lewe xoştir her newge. witim: a bom bas ke! witî: mîrim, nêrke pyazî hes her yek we qed bałêk, (bałîşî bo dirêj kird). witim: ê, witî: awî sardî way hes er kuřêkî wekû to leşî pîs buwê, natwanê meley tya bika! witim: ê..., witê: ê!!