şêx miḧemedî şêx celal gêřayewe witî ewa...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  578 views

şêx miḧemedî şêx celal gêřayewe witî:

ewa tirimbêlêkim heye le şarezûrewe dêmewe bo suleymanî, ḧewt heşt kesim swarî tirimbêleke kirduwe û bekirê eyanhênim bo şar, yekêk lewane kabrayekî xełkî «awayî mistefa» bû, letenîşt minewe danîştibû, kewtibuwe gomî xeyałewe û mireqî ne’ekird, geyştîne serewjûrekey «qiřge».

wîstim gêřî otomobîlekem bigořim, ke destim bird le batî gêřeke de’bakey kabram hat be destewe, ewîş wekû gêřeke řeq bibû, tund girtim û xistime cûłe! kabra le nakaw hawarî lê berz bowe witî: kuře dewît bawik! kêrim bereła ke pisyam! danîştiwekanî tir hemû waqyan wiřma! minîş zanîm çi base, ew her hawar eka û minîş ełêm: kuře baweḧîzî bêfeř! hełmeboqêrewe, otomobîlekem wer’egeřê hemûman emrîn! ewaney dwawe ke danîştibûn ewanîş le qisekey min kewtine tirsewe û be çepok berbûne kabra! ewîş hawarî ekird: kuře segbawkîne otomobîl wergeřanî çî!? min kêrim pisya, em bêfeře xwanenase kêr û gûnî lebin hênam!