pyawêk hebû le şeqławe çerçî bû dûkanêkî

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  635 views

pyawêk hebû le şeqławe çerçî bû, dûkanêkî girtibû tîyaya danîştibû, deftere şiřêkî hebû, şitî be herkes eda lew deftereda be xetêkî şeřepşîle eynûsî. řojêk seyrî deftere konekey kird, temaşay kird ewa, «humer» nawêkî tya nûsrawe hendê parey lelaye, kewtewe bîrî ke eme kam humere û wa lemêje em pareyey lelaye û çend carîş daway kirdotewe her neydawetewe, xencerekey heł’ekêşê û nûkekey leser nawekey da’enê û ełê: to ew pareye nadey? de birê naydem, ba nuke daykit bigêm, de azay birê naydem?!