seyd si’daldîn hebû witî çûm bo naw caf bo

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  697 views

seyd si’daldîn hebû, witî:

çûm bo naw caf bo melayetî, çûme xêłêkî werdeşatryewe, çûme małî kwêxa sefer, kwêxa lêy pirsîm: bira çî exwênî? witim: «’wamil». witî: bira «’wamil» yanî çî? witim: yanî gacût! lepaş beynê destêkî be řîşya hêna û witî: xase şukir, xase şukir! xełkeke wityan bira ewe yanî çî? witî: biragel! em melaye fire xase, yekê eger hoqeye nanî xward, twê nextê eqłî bwê. eme manay waye; em melaye karî xwêndige, gicîkê xwêndige, biznî xwêndige, kerî xwêndige, gêskî xwêndige, mêy xwêndige, geyştige ser gacût, her tenya mayîn û wiştirî mage!