kabrayek le dêy awekurtê hebû ḧemey...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  616 views

kabrayek le dêy «awekurtê» hebû, ḧemey ’ewłay naw bû, tozê dewłemend bû, ew sałe sepanêkî řagirtibû, xełkî dewruberî ew «girêze» û «mwan»e bû, bełam heta bêjî kabrayekî temeł û keleřeq bû, şewêk legeł ḧemey ’ewłay aẍaya pêkewe danîştibûn, ḧeme zorî tînû bû, pêy wit: a kuřim biço tozê awim bo bêne, kabraş witî: lale ḧeme! min ebê carêk biçim bo ser gozeke û carêk bîbemewe, carêk gozełeke bermewe û dîsan bêmewe, eme çwar car, newełła xot heste sûk û barîk xêra biço aw bixorewe û werewe! lepaş maweyek dîsan ḧeme pêy ełê: a kuřim serêk bikêşe derewe bizane ebarê? ewîş ełê: lale min bo biçim? êsta pişîleke dête jûrewe, eger teř bû, ewe dyare ebarê!