le koyewe mewlûd ḧisên nardî bo řiştey...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  600 views

le koyewe mewlûd ḧisên nardî bo «řiştey mirwarî» gêřayewe witî:

lew wiłate pyawêk sê kiçî qeyrey hebû, bełam le eqła sawabûn, serbarî emeş le qise kirdinîşa wekû «tur» wabûn, betaybetî neyanezanî kaf biłên, eyankird be «tê»!

řojêk le gundêkî tirewe daxwazîkeran çûn bo xwazbênî yekêkyan, daykekeyan destî kird be amojgarîkirdinyan witî: řołe! ke ew małe hatin, bo xotan be aqłane danîşin û hîç deng meken, bełkû eme xwaye derûyektan lê bikatewe. ewanîş wityan başe. małî daxwazîker hatin û hemû xêzan pêkewe danîştin û kiçekanîş beřîz letenîşt yekewe danîştin. kitupiř lew kateda mişkêk derkewt! kiçe gewreke witî: ay ewe mişteteye! nawcîyeke witî: ay wełła çuwe tûnetewe! biçûkeke witî: desa wełła her xom çatim kird dengim netird û mêrdî xomim tird!