sidîq alqadrî boy gêřamewe witî pêş ewe...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  721 views

«sidîq alqadrî» boy gêřamewe witî:

pêş ewe biçim bo ’irusyat û bibim be paşa, lew pêşdere karubarêkî mîrîy ew serdemem be dest bû, kabrayek espêk û tifengêk û sed lîre û dû jinî hebû, yekê pîr û yekê cwan, pîrekeyan hate lam şikatî le mêrdekey kird, ke baş legełya nacûłêtewe, minîş nardim mêrdekeyan hêna û pêm wit: boç legeł em jineta řê nakewî? kabra her danî pya ne’ena û minîş her dirêjem edaye, le encama kabra weřes bû, witî: pyawe fendî her şitêkim heye etdemê, to şewêk biçore lay em jine, ca bizane ew wexte nałêyt gûm xward!