jinêkî turkiman legeł mêrdekeya eçin bo...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  412 views

jinêkî turkiman legeł mêrdekeya eçin bo gwê ew řûbare mele biken, jineke eçête naw awekewe û kitupiř lenaw awekeda qep eka be dwabřawekeya. jine hawarî lê berz ebêtewe.

ew dengeş biławe eger qirjał qepî kird be şitêka fwî lê bikirê berełay eka, mêrdekey eçê fû eka be qirjałekeda, qirjał beserekey tirî lêwî kabraş egrê û legeł dwabřawî afretekeda cutî eka. kabraş legeł eweda her le fûkirdin nakewê. lew kateda afreteke le tawana bayekî lê ebêtewe û eyda be lûtî kabrada. kabra ełê:

«hey hey to fû nekeran,
fûten genyayan
ba herwa bimanayn,
ker le beẍda mezeřan»