mela ḧebîbî mela weyse hebû le wiłatî ke...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  452 views

mela ḧebîbî mela weyse hebû le wiłatî kerkûkewe hatbû bo suleymanî bo xwêndin. sałîş 1934 bû, ew le xaneqay meḧwî min le mizgewtî ḧacî mela řesûł le xizmetî mela mistefada em xwênd dostayetîman hebû, ’esrêk hat bo lam, em mela ḧebîbe «şel» bû le qedîwanî ber heywaneke şî’rêkî nûsî bo yadgar û nawî xoy le jêra nûsî «ḧebîb leng» le ser şêwey îmlay kon. witim mela ḧebîb: «ling» yanî çî? witî: yanî şel. witim ca xo xełk be corêkî tirî exwênnewe. witî be çî eyxiwênnewe witim be «lung» eyxiwênnewe. witî: lung yanî çî? witim: ye’nî «peştemał». ewîş hênay le jêr «ling»e keda nûsî «şil», bełam leber ewe xetekey cwan nebû, «şil» ekey wekû «şiř» nûsî, witim ca îste xiraptir, êsta xełk «şel» eke be «şiř» exwênnewe, wate peştemałeke ewende dirawe beber xełkewe şiř û wiř buwe beser yeka.

emca tozê řama, qełemekey derhênayewe, herçî hebû û nebû, hemûy kujandewe witî: «xełkî suleymanî pêwe le negawraw pyaw egên, bełam le çarey xotan û wiłattanda». le paş beynêk îtir çuwewe bo kerkûk.