ew boy nardim ’ebey tełemişk hebû le...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  442 views

ew boy nardim:

’ebey tełemişk hebû le suleymanî kargeçî bû. em ’ebeye xuşkêkî hebû «fatey tełemşikyan» pê ewt. fate be watey watebêjanî suleymanî şewgerdî ekird. ’ebe leme zor tuře bibû. le mizgewtî şêx celal danîştibwîn mela ewřeḧmanêkî seqzî hebû lewê le xizmet şêx babe ’elîda eyxiwênd. danîştûyn, ’ebe hate ser çok û ser pencey arastey mela ewřeḧman kird û le tuřeyîda kefî eçřand û witî: fatey tełe mişk nanit nîye? fatey tełe mişk awit nîye? fatey tełe mişk cêgat nîye? fatey tełe mişk boç eçî gan edey? boç ḧeyay min û xoyşit ebey fatey tełe mişk?

lewane bû pencekanî biçê be çawî mela ewřeḧmana, mela ewřeḧmanî hejarîş ke seyrî kird wa lem îşeda bû be kesî duwem û bû be fatey tełemişk, her wa waqî wiřma û tif le demya wişk bû hîç dengî ne’ekird. ’ebeş her le ser qisey xoy ne’ekewt û lay wabû ne bay hatuwe û ne boran.