mêcer son ḧakmî syasî îngilîz bû le...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  928 views

mêcer son ḧakmî syasî îngilîz bû le suleymanî, xot ezanî îngilîzekan xizmetî seg zor eken. mêcer son segêkî hebû pyawêkîşî la bû «’ebe seg kuj»yan pê ewt. em ’ebeye xizmetî segekey mêcer sonî zur ekird. eyhêna be sabûn û lifke eyşord û şaney ekird cêgay bo řa’exist û be destî xoy çêşt û goştî ekird be demewe, mîcer son çend carêk pê wit: ’ebe! to waz lem sege bêne çunke êwe musłimanin be lay êwewe seg giławe, cige leweş eme her pêçewaney ’adetî em wiłateye. her çend ew way ewt, em her zyatir xizmetî ekird û be nyazî xoy bem îşe zyatir xoy ebirde pêşewe le axra îtir řojêk son le wizeya nema witî: ’ebe! waz le segeke bêne bexwa biçîte qingî segekeşewe nabî be îngilîz!