mela ’umerî çome zerdełe gêřayewe witî...
mela ’umerî çome zerdełe gêřayewe witî:
mam wesmanî sibîlek boy gêřamewe witî: giranîyekey pêşuwe ewî pê biłêyn zadî xuday dest nakewê be tewawî dinyay qat û qiře. wiratî dizeyî hîçî lê nîye. hendê qiroş û metalîkman heye le małewe be wezin giran û qebe, bełam be qîmet sûke, be daykî mindaranim got lom bêne eçim bizanim lew wiratî koyeye destî êkêkî pê nabiřim, berku şitêkî lê bistênim em zistaney pêwe berîne ser. loy hênam piř be deste siřêk ebû zoz qurs bû beram nirxekey hîc nebû.
parem xiste baxerim û çûm lo wiratî koye. «çîř û golk» êkim pê kiřî û hendêkîşim mayewe xistime baxerim. çêr û golkim wepêş xom da û geřamewe ta kewtime naw dizeyyan, geyîştime nizîkî gundî «qazî xan» şewm beserda hat û dinyaş zistane, baran wekû kondey serberewjêr dête xwarewe, hêndeş sarde tif herdey be asmanda eybestê, hîşkaybî bê û le leşma nemaye, deştî dizeyîş mîwan danaken, xo qazî xane le hemû xiraptir.
çarim nema řûm kirde gundê eçim lo her marê, be xom û be çêr û golkekewe derim deken, hem xom hem çêr û golkek wexte bimrîn le sermana. le gundekeda mar nema eçim marî «mela» nebê. kes daynekirdim. emca be naçarî be xom û be çêrewe řûm kirde marî mela. hêndem zanî melajin derpeřî û destêkî girt bemlay dergake û destêkî bewlawe.
witî: kabra bigeřêwe cêman nîye. minîş îtir deretanim nemaye, çêr û golkim be dar girt û dame pêş û gêm be jine neda û destim kird be cinêwdan û her erêm gû be gořî, ewa her řwe û pêşîşewe eřom, wekû ewey ke jine leger minî nebê! witî: kabra ewe cinêw be kê edey? witim bew goř be goře ke minî tûşî em ḧezyete kird. lay wabû mela le dinyada qate, tenha melay qazî xane nebê, jine tozê şil bowe witî: lo, çi buwe? witim: ew kabra le wiratî koye mirdye em çêr û golkey kirdye be îsqat lo melay qazî xane, lay wehaye mela le dinya biřaye bem baran û qyamete minî tûşî em ḧezyete kirdye! jine ke gwêy lem qise bû witî: de babim to lo deng nakey? berderkekey berda û witî: fermu, axir to bezeyît be xota nayetewe em bestezmananet loç wa tûşî em baran û sermaye kirdye? xêra çêr û golkî daye pêş û kirdinye tewîlewe, mafurêkîşî lo min řaxist, agirî kirdewe. çû kewa û sełteyekî tirî mela hebû legeł kiras û derpê, witî: ciłekanit bigoře ba ewaney xot hîşk kemewe. lewlaşewe ka û deskawî hewîr û co eba lo çêr û golkeke, çunke be hî xoyanî ezanê melaş le mar nîye hêşta le mizgewt nehatotewe, mencerîşî xiste ser agir lo şîwê.
paş emane zorî pê neçû melaş hatewe, melajin melay têgeyand ke ew xwalêxoşbuwekey koye çêr û golkêkî be îsqat nardye loman, mela bem qiseye biřway nekird beram pyawêkî erbab û xoş bû, wut mela pyawetît bibê xom damezrandye lêm têk mede! mela destî kird be pêkenîn û witî: ca beyanî ko řizgarî ekey? witim ’esabî beyanî leser xom. beram melaş le melajin etirsa! melajin le ber ewe çêr û golkim be hî xoyan ezanî ewa her eçê bo layan û aw û alîkyan lo debat. ew şeweman řoj kirdewe û beyanî melajin dîsan şêwî lê nayewe û şêwman xward paş eme řum kirde melajin witim melajin eto erkit zore ba mamosta jinêkî tir bênê hem xizmetî to eka û hem xizmetî marekeşî eka! her emem wit mela jin witî: ewe çi derêy? melaş lewlawe gutî: babim waz bêne min parem kwa? her xêra destim kird be baxerma ew qiroş û metalîkekan ke mabûnewe û leber ewe le naw deste siřekeda bûn be çaw zorî enwand beram hemûyt bixistayete ser yek bayî sî mecîdî nedebûn. derimhêna û fiřêm daye berdestî mela witim: ewe pare! melajin ke emey dî be tewawî şêt bû, pelamarî damê destihsiře parekey hełgirt û xistîyewe baxełmewe, xêra çû çêr û golkekey derkird û kirdinye derewe, hat witî: heste segî segbab gû be gořî xot û ew gořeş ke em çêr o golkey nardye lo ême, heste ewe xot û ewe çêr û golkit, bew şêx kemare yek seḧatî tir lem mare dananîşît! îtir minîş hestam xwa ḧafîzîm le mamosta kird û çêr û golkî xomim daye pêş û hatmewe. melaş be dizîyewe pê dekenî.