mela cemîlî řujbeyanî emîr gêřayewe witî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  510 views

mela cemîlî řujbeyanî emîr gêřayewe witî:

le taran le kitêbxaneyek le ser kursîyek danîştibû û mêzêk le ber demya bû û ’eynekêkî kirdibuwe çawî, ’eynekeke hatbuwe ser lûtî. kitêbêkî be destewe bû xoy xistibû be pişta seyrî kitêbekey ekird. beranber bew lewberî mêzekewe dû kiç danîştibûn, ewanîş kitêbêkyan exwêndew, yekê le kiçekan ew dîmeney mela cemîlî pêy seyr ebê û bew ’eyneke û bew danîştiney, ełê: mamosta ewe boç ’eynekeket hatote ser lûtit û wa şit exwênîtewe? ewîş ełê: kiçim! ewe be ’eynekeke seyrî kitêbeke ekem, be bê ’eynekekeş seyrî êwe ekem!