îsḧaqe cû hebû le suleymanî řojêkî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  517 views

îsḧaqe cû hebû le suleymanî, řojêkî mangî řemezan le nîweřoda eçê bo lay ’izetî fate le małewe, seyr eka ’izet nan û kebab exwa. ewîş be bê qise da’enîşê û legełya dest eka be nan û kebab xwardin. ’izet ełê: goştî em kebabe musłiman serî biřîwe to çon lêy exoy?! îsḧaqsiş ełê: «’îzet efendî le cûyşa cûy wekû min heye; wekû le mûsłimana mûsłimanî wekû cenabîşt heye».