’elî ofêk hebû le suleymanî carêk eçê...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  412 views

’elî ofêk hebû le suleymanî carêk eçête lay ḧacî biraymaẍay xefaf daway çwar lîrey lê eka be qerz. ḧacî biraymaẍa ełê: ’ilî! min to nanasim tenya carêk nebê le dałanekey małî mîrza tufêqa tom çaw pê kewtuwe, emeş nabête hoy ewey ke êsta min bênim çwar lîre bidem be to. ’elîş ełê: «ḧacî biraymaẍa, axir minîş boye daway çwar lîret lê ekem, çunke namnasî, eger bimnasî, çwar pulîşim nadeytê» ḧacî biraymaẍa dest eka be pêkenîn û îtir nazanim encamyan be çî geyşit.