mela simaylî kanîskan we’zî eda eyut...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  517 views

mela simaylî kanîskan we’zî eda eyut: herkes swarî hetîwê bûbê, ebê le řojî qyameta ew kabra hetîweke bixate ser şanî û lew deştî meḧşereda bîgêřê. «’ebe xeyat» hebû, le kořekeda hawarî kird û witî: ay małî wêranim! min ebê ew řoje hetîw hełbigrim! em hemuwem le kwê pê heł’egîrê? mela simayl her le nawendî we’zekeda hełîdaye û witî: «xemit nebê hî waş heye to hełbigrê û ew erket le koł bixa.»