pyawêk hebû le sine mewlûy naw bû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  612 views

pyawêk hebû le sine «mewlû»y naw bû, nexoş ekewê eçête lay ḧekîm biraym, ḧekîm biraym pisûley bo enûsê bo lay sey şerîfî dewafroş bo derman. mewlû eçê dermaneke ekřê, bełam nayxiwa, paşan eçêtewe bo lay ḧekîm biraym û ełê çak nebûmetewe. ewîş ełê: dermaneket xward? ełê ne û ełê sendîşt? ełê: bełê. ełê: ey boç netxiward? ełê: «ḧekîm biraym to pûłit xerc kirdige, ta bûgî bem ḧekîme, eşê zinneganî bikey, aẍay sey şerîf dewafroşîş pûłî serf kirdige ta bûge bew dewafroşe, ewîç eşê zinneganî bikat, minîç pûłim dage be dewake û nemxwardge, gerekme bimênim zinneganî bikem».