le kurdistanî êrana be taybetî ta dwayîh...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  415 views

le kurdistanî êrana be taybetî ta dwayîhatnî cengî gewrey yekem (1914-1918) derametî mîrî le wiłata bew core bû, ke her beg we ya aẍa û ya xanêk ke wa xawen gund û dêhat bûn dway ewe ke ḧasłat heł’egîra ew malke eçuwe ew şare ke gundekanî ew ser bewêbûn legeł ḧukumetî ew şareda (ke ser be şa bû) řê’ekewt sałî ewende puł bida be mîrî. emey pê ewtira «małyat» emca ew małke bêcge le ḧeqî miłkaney xoy ew pare le miskînekan ko ekirdewe û eyda be ḧukumet. îtir derametî ḧikumet em suçewe birîtî bû lewe.

wekû der ekewê em řewşte hî serdemî konî ḧikumetekanî fars bû mabuwewe, we ya hî serdemî sedey çwaremî hîcrî bû be çaw ḧukumatî îslamîyewe.