şêx marfî selme xan ke be şêx marfî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  511 views

şêx marfî selme xan ke be şêx marfî «qazanqaye» benawbang bû, pyawêkî heta biłêyt nan bide û dił firawan bû. corî řabwardinî jyanî le şahane eçû. yekê le corî jyanekey ewe bû zor ḧezî le řawe beraz ekird. le ber ewe be daymî sî çil segî be çeşey řawî hebû, ke le ber xizmetkirdinî em segane çend małî be xêzanewe bexêw ekird. řojêk legeł desteyek le xizmekanî û le xizmetkarekanî eçê bo řaw, řû ekene ew binarî «tengîser» e, le naw perçe merezeyeka «malos» êk heł’estênin, le layekewe tifengiçî û le layekewe gele seg dewrey malos eden.

le naw merezekeda darêkî biçkoley têda ebê, «goxił» eke lebin darekeda ebê, malos řû ekate dareke. kabra goxił le tirsa be darekeda heł’eznê û be her cor bê xoy pêwe řagîr eka. darekeş ewende bê tîne lewaneye kabra, ke bibziwêtewe dareke bişkêt. bo negbetî ew ew małoseş dêt le bin darekeda mate eka.

ke malos eçête ewê, şêx marf lewlawe bang eka ełê: «ho kabra be merqedî şêx simaylî walyanî bikokî, weya bibziwîtewe tifengêkit pêwe enêm û etkojim, hîç meke ta çarêkî em malose ekeyn».

kabra be carê henawî da’ekewê: eger ebziwêtewe lewlawe be tifeng eykujin, eger nabziwêtewe lemlawe berazeke seyrî em eka û eyewê be şifredareke le bin bênê.

be her cor bû beraz le bin dareke eřetênin û le dwayîda eykujin. emca şêx marf kabra bang eka û lêy epirsê řastim pê biłê, bełam řast, hîç diro meke. be merqedî şêx simaylî wilyanî eger řast qise bikey çît bwê etdemê, lew wextey ke min bew core bangim kirdî çît wit? ewîş ełê: «wełła ya şêx ewî řastî bê, witim xwaye to min xiste beynî dû berazewe: eger ebzumewe ew beraze emkuj; eger nabzûmewe em beraze emxiwa, ca xwaye keyfî xote êste toyş emkujî namkujî keyfî xote?» ełê: şêx marf qaqa dest eka be pêkenîn. carê her lew şwêneda çî lebera ebê be kewa û sełte û pałto û çefte û piştênewe boy da’ekenê û eydatê. ke eçêtewe bo małewe dused qeran tirîşî xełat eka.