řab’e xan hebû le suleymanî małyan le...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  532 views

řab’e xan hebû le suleymanî, małyan le geřekî esḧabespî bû. nanewa bû le bazař, ke ełêm nanewa bû newek wekû ew jinane ke le małana nanewayyan ekird, bełkû nanewa bû wekû pyawan, nanewa xanekey le xwar dukanekey mela ’elî seḧaf û be tenîşt dukanekey ḧeme şazemanewe bû le bazařî mast firoşekan.

kulêre bazařî ew serdeme her dû kulêrey be sê pul bû, eger yekê kulêreyekî buwîstaye be dû pul bû.

em řab’e xane (ke be řab’ey sineyî be naw bang bû) şêre jinêk bû le jinanî suleymanî, beyanî le mał der’eçû kiras û kewayekî jinaney dirêjî lebera bû. leser kirasekewe piştênî hebû, mişkîyekî ekird be çaroke û eyda be naw şanya, ser û pêçêkî jinaney suleymanyaney ebestewe, cigereyekî qamîşî ena be la lêwyewe û bew core eçû bo dûkan, ke eçû doşekêkî biçûkyan bo danabû, hewîr ker û nanewa hemû şitêyan ḧazir kirduwe, ewaneş hemû pyaw bûn, em îşî xoy her ewe bû parey wer egirt. bem core ta êware emayewe, paş ’esir ke nan tewaw ebû, da’enîşt legeł pyawe berdesekana ḧisabî ekird û barî beyanî pêy ekewtin û egeřayewe bo małewe. mi’ameley hebû le geł ehlî dereweda; genmî lê ekřîn û eykirde ’emarewe. ew pyaw û nanewa berdestane biłêm nazanim wekû çî lêy etirsan; hemûyşî be řojane řaygirtibûn.

le geřanekanya ’eba û şitî way beserewe nebû, mebest leme eweye jinêkî wa serbestî bebê ’eba û peçe le naw şarî suleymanîda û îşî pyaw bika eme nebû. taze kiçanî qutabxane peyda bibûn ewanîş ebuwaye be peçe û ’ebawe bûnaye. jinêk îşî pyawan bika eme her nebû.