asif aldîwanî sine gelê dê û nawçe û...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  562 views

«asif aldîwan»y «sine» gelê dê û nawçe û gundî hebû, em gundane le sała «zawit»y enard ḧasłatyan bo wer egirt, her le zemanî baw bapîryanewe ke emane xawen miłk bûn bemcore bûn bo kokirdinewey ḧasłat û miłkane.

kuřêkî xełkî şarî sine ke nawî «mîrza nesrułła» bû, paş ewey ke xwêndin lew wiłate tewaw eka eçê bo ferense, lewê şehadeyekî berz wer’egrê û egeřêtewe. wîstibûy le lay «asef» yiş karêk bika, asefîş emey be lawe xirap nebû. mîrza kewte îş kirdin, bełam her řoje ne řojêk şitêkî edozyewe û qewanêkî exsite kar. emeş hemû leber ewe bû ke şehadey le feřensewe hênawetewe, lewane bû ne lûtî be «asef» da ehêna û ne be hîç kesêkî tira. le encama asef geyşte tînî û îtir pêy hełnegîra witî: «bew aẍaye bêjin ḧefit teẍar genim û co edeyn be yekê ḧisawekeman bo bika, ême ḧefte bîcařî xoman hes le naw şîşekana, ḧefte bîcařî ferenseman gerek nîye».