miḧemed ’elî kurdî boy gêřamewe witî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  718 views

miḧemed ’elî kurdî boy gêřamewe witî:

kabrayekî «bawecanî» hebû «bawequlî»y naw bû, eyut: ewaney şî’ir da’enên hîçyan şa’ir nîn û nazanin şî’ir dabnên. pêyan wit ey to? eyut: min ser başqey şa’ranim, eger biřwaş naken em řaz û nyazey beynî em û ew şayetmane:

merḧeba kuzekey şel û şêt dêwane
kêr ewete sê řoje le lat mîwane

ewîtrîş wełam edatewe ełê:

hey bexêr hatî beser çawim
ling hełbiře û hełkute nawim