kabrayekî qurmabaz swarî hetîwêk bûbû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  660 views

kabrayekî qurmabaz swarî hetîwêk bûbû, seyrî kird hetîweke xencerêkî be la qedeweye, le wextî îşa le hetîweke epirsê em xenceret boç hełgirtuwe? hetîwe ełê: «bo eweye eger yekêk be çawêkî xirapewe seyrim bika bem xencere wirgî bidiřim». kabra ełê: «sed hezar şukir ke wa min be çawî xirapewe seyrî to nakem».