řojêk le suleymanî kuře cûlekeyekî bazir...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  716 views

řojêk le suleymanî kuře cûlekeyekî bazirgan legeł swałkerêkî naw bazařa şeřyan bû. dinya zistan û serma bû, kuře cûlekeke le dukanekey bawkya destî cilî pak û pałtoyekî nayabî lebera bû, le ber meqełî agir danîştibû, hetîwekeş ser û pê řût. kirasêkî cawî çiłkin ke qołekey her le anîşkî berew jûr mabû, yexey heta xwar diřabû hemû geługûnî be derewe bû, le sermana wekû bîy naw aw delerzî, berdûkanekey girtibû her eyut: kafir şerit bê le dukaneke bêyte xwarewe hezar şeqit tê hiłdem. cûlekey bawkî kuře be hêwaşî le dûkaneke hate xwarewe destî bird dû pułî daye û qołî girt û witî: biřo, biřo, be çîtewe mał wêran, be çîtewe?