şêx baba ’elî tekyeyî leber heywanî ḧucir...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  774 views

şêx baba ’elî tekyeyî leber heywanî ḧucrekey xoya le mizgewt kirdibûy be ’adet da’enîşt, suxteyekî minałî mukiryanî hatbû lewê damezrabû, em suxteye ebwaye xêra xêra le ḧucrekey xoyanewe biçwaye bo ser ḧewzeke bo îstikan û qap û qaçax şitin. we ebuwaye be berdemî baba ’elîyşda têpeř buwaye cwabî bidayetewe.

le encama weřez bû lem hemû selame, řûy kirde feqêyeke û çawêkî lê zît kirdewe witî: erê bawkim! hîç wa bizanî min selamuẍlî tom lêre danîştûm? boç wazim lê nayenî? bew îmam hemzeye carêkîke selam bikey selamit tê ber edem.