melayekî poştewperdax be kelîxanda...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  641 views

melayekî poştewperdax be kelîxanda tê’epeřê kabrayekî benaneyî řêgir tûşî ebê tema’î tê eka, ke řûtî katewe lêy epirsê: erê mela, sebrî xwa ta çende? ełê: ta çil sał. ełê: ke wate řûtewe be, ta çil sałî tir hezar kiław ba eyba. řûtî ekatewe û lê eda eřwa, zor nařwa espekey pêy hełengiwêt kabra ekewê û qaçî eşkê, bang eka ełê: erê mela xwa bitgirê to bo destî minit biřî witit sebrî xwa ta çil sałe? xo hêşta lêt dûr nekewtûmetewe eweta kewtim û qaçim şika. melaş witî: ewe hî çil sał lemew pêştire, hêşta hînekey min mawe.