mîrza meḧmûdî ḧeme sałḧ gêřayewe witî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  691 views

mîrza meḧmûdî ḧeme sałḧ gêřayewe witî: ewe taze otomobîl dahatuwe le suleymanîyewe ehatim bo beẍda, xêzanim û xuşkî xêzanekem le gełaye, mendîlêkî sipîşim bestibû be serewe, hatîn bo otomobîl girtin, dû afretî tir çaweřêyan ekird le geraceke bo ewey ewanîş bên bo beẍda, ême sê ewan dû eme pênc, otomobîlêkman girt û berew beẍda beřê kewtîn, otomobîleke ke çakî lê exuřî. hatîn heta geyîştîne nizîk dêłtawa, le řêgeda otomobîleke meřêkî kird be jêrewe, otomobîlêkî dewrey polîs be şwênmanewe bû, ew hat pêşkewt û çû le noxteke xeberî da ke otomobîlêk êsta dêt nawnîşanî eweye pyawêkî mêzer beserî têdaye meřêkî kirduwe be jêrewe bîgirin. witî: ke çûyn otomobîlyan girt û be otomobêlçîyekeyan wit bo meřêkit kirduwe be jêrewe ebê bîbjêrî, ewîş witî: min nîm, wityan qomîsere xeberî lê dawît - otomobîlçîyeke serî zimanî egirt - witî: ew qomîsere min eynasim ḧîze! wityan emey pê nawê naw û nîşanekey řaste wituye mêzer be serêk le otomobîlekedaye. hîç otomobêlî tir nehatuwe mêzer beserî têdabê cige le to nebê. witî: wełła beme bořyan da meřekeyan pê bijard. řizgar bûyn û řoyştîn, lew kateda witî: ho mêzer beser! eme mêzerekey toye çuwe quzî daykimewe. mîrza meḧmûd witî: ke derçûyn lewê dinya germ bû, carcar mendîlekem da’egirt. witî: carêkyan kabray otomobêlçî řûy tê kirdim û pêy witim: bo çî day’enê taze daykit gawim îtir çîtêda mawe!