pyawêk hebû le sine asey ḧemesenî naw...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  687 views

pyawêk hebû le sine «asey ḧemesen»y naw bû. jinêk hebû her lewê xirtê xanmî naw bû. asey ḧemesen jinî zor hêna bû, řojêk eçê bo xwazbênî xanim, bełam le pêştir yektiryan nenasîbû. asey ḧemesen be xirtê xanim ełê: min çon bizanim to afretêkî çak û beseruberît? xirtê xanmîş ełê: naw û nawbangî min dyare, biço le cora û qetarçyan, le naw ’eşretî menmî û gełbaxî û sûrda pirsyar bike hemûyan min enasin. asey ḧemesen ełê çon? ełê: le giştyana şûm kirdige û giştyanim taqî kirdigesewe! ełê: ke wase xirtê xanim to gişt řojê lingit be dest pyagêkewe bûge?! xirtê xanim ełê: eyeřo asey ḧemesen çon wa eyjî? min gişt řojê pyagêkim mehar kirdige û hewsarekey be desmewe bûge!