’elî şerefxan amîr mi’zizî geřûsî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  932 views

«’elî şerefxan» «amîr mi’ziz»y geřûsî ebê be ḧakmî sine, ke dête ewê be tenha û řût û qutî dê. hemû saman û sermayekey fermanî qacarîyyekan bû ke kirdibûyan be ḧakmî ewê, le paş maweyek emîr mu’êz saman û darayyekî zorî pêkewe na, way lê hat le wize derçû. «’inayet» geřûsî - ş hebû, ew her le sine da’enîşt û bibû be danîştuwanî ewê, pyawêkî dewłemend û xawen pare bû, eyanut «su» exwa em samaney lewewe peyda kirdibû - ême çîman dawe be ser emewe - ke emîr mu’êz dê, ew geřûsî û em geřûsî, ’inayet ewendey tir paw payeda eka, wadyare qise le ser emîr mew’êz zor bû, tema’î hate coş geřûsyayetî le bîr çowe geřî be ’inayet geřûsî - şida ełand her çîyekî hebû nebû, lêy zewt kird. ’inayet geřûsî kewte ser sacî ’elî. ’inayet řojî eçê bo lay emîr mu’êz lêy epirsî ha ḧałit çone? ’inayet be nawî geřûsayetyewe ełê: wekû îmřoy min wabû! emîr mu’êz le pêşa tuře bû û le paşa ewîş geřusyayetî hate coş małekey dayewe. dinya zor seyre! em ’inayete geřûsye le axra agir ber buwe małî û hemûy sûta qutabîyekanî medresey «atḧad» be qisey mela ḧesenî şekîba û mamostakanî tiryan hurujman bird çûn kujandyanewe egîna geřekeke agirî têber ebû.