kabrayekî nijmarî kerêkî hebû be layewe...
From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
1 minutes
960 views
kabrayekî nijmarî kerêkî hebû, be layewe zor kerêkî çak û nayab bû, tełaqî xwardibû ke pê nełê ker be êstir nawî berê. řojêk ker lew miley «ewêhen» eda man eka û nařwa her çend be dar dête wêzey hîç kełkî nabê û le şwênî xoy nacułê. çarî nemabû eyut: segî seg bab, eger le ber tełaqeke nebuwaye nawim ehênayt, egîna her hewît.