mela ḧisînî mela qadrî byare witî a em...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  691 views

mela ḧisînî mela qadrî byare witî:

a em kuře heye her le mindałyewe çetûn bû, ḧezî le dokułîw zor ekird. pêy ekuta be zewîda bo dokułîw, êmeş ewendiman kirdibû lêy werz bûbûyn, řojîk ewende girya boy witî: babe ba řojî çwarşemme dokułîw biken. kewte řojî çwarşemme dokułîw kira û niraye ber destî, emca dîsan destî kirdewe be giryan û cûte weşandin! witman êsta çît ewê? witî: em dokułîwe naxom ta swêndim bo nexon ke sibeynêş her do kułîw eken.