kabrayekî sineyî eçê bo merîwan le...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  683 views

kabrayekî sineyî eçê bo merîwan le merîwan zortir her nanî herzine, kabra le herzin bew lawe nanî tirî dest nakewê bîxwa, xwardinî herzinîş le ser pêşaw derçûnî her bo nîye.

kabraş ke fêr nebuwe, ke eçête ser pêşaw her enqênî û her çende tîn edate ber xoy hîç kełkêkî nabê û zorîş bo tozê gû kirdin nařeḧet ebê lay ewanîş be herzin ełên «gał» ca her leser pîşaweke enqênê û ełê: gałe gyan! be qurbanit bim min merîwanî nîm, xełk şarim be mîwanî řêgam keftigese êre, her çikê ser bîrane derew, îtir nawxom gałe gyan gûy bawkim exom û to naxom, ḧef car bîm be dewrta her çikê bêre derew.