le wiłatî koye kwêxa ḧewêzî şaxe pîske...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  765 views

le wiłatî koye kwêxa ḧewêzî şaxe pîske hebû. řojêk her wa paş ’esrêk le geł melay gundekeda ke mela nebî naw ebê û gundekeş şaxe pîske ebê, da’enîşin û le hemû soçêkewe qise eken, bê taqet ebin û dêne ser ewey ełên ba jinî pak û pîs lêk bikeynewe.

kwêxa ḧewêz ełê: mela nebî çałêkî biçkole le ber demî xot hełkene û hendê wirde berd bigre be destewe, min her jinêkî xirapim pê witî, to berdêk bixere çałekewe, her jinêkî çakîşim pê witî, le batî ewîş berdêk lem lawe danê, le paşa eyanjimêrîn bizanîn pak zortire ya pîs! mela nebîş ełê: başe.

çał û berd amade eken û ekewne hełdan. kwêxa ḧewîz ełê: ayşe û fatme pak bûn, dû berd lew lawe danê. mela nebî day’enê, pûre xecê xirap bû berdêk awa kere çałekewe, pîrozî xuşkim xirap bû berdêk awake, daykim baş bû, berdêk lew lawe danê, bacî gułe xirap bû berdêk awa kere çałekewe. sere dête ser daykî mela nebî, kwêxa ḧewêz ełê: daykit xirap bû berdêk awake! mela nebî ełê: kwêxa ḧewêz! be daykî min! çon wa ełêy? afretêkî çak bû. kwêxa ḧewêz ełê: awa ke pêt ełêm away ke. mela nebî ełê û kwêxa ḧewêz ełê, le encama kwêxa ḧewêz ełê: mela away ke her xom si’ê carim wa lê kirduwe.