mela simayl hebû xełkî suleymanî û geřek...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  633 views

mela simayl hebû xełkî suleymanî û geřekî kanîskan bû. melay dêy «zêwye»y binarî pîremegrûn bû, bełam em mela simayle xwî pêwe girtibû ’ereqî exwarde û serxoş ebû.

êwareyek le zêwye pêşniwêjî eka û dest ekat be çeqene lêdan. xełkekeş hîç nałên, çî biłên, le paşa lêy epirsin: mamosta ewe çî bû? ewîş ełê: ḧedîsî şerîf efermiwê: «min lim yivirb balçeqene tithidim tekye řûte» wate eger yekê pil lê neda û neyteqênê tekye řûte eřuxê. tekye řûteş mizgewtêke lenaw şarî suleymanî.