mehdî ’ezîz xoşnaw gêřayewe witî le gund...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  703 views

mehdî ’ezîz xoşnaw gêřayewe witî:

le gundêkî ew xoşnawetîye kuřêk diłî eçê le kiçêk bem beytaney xwarewe sitayşî eka û ełê:

ew ḧezêy min deyrêm
ew dostekem ke deyrêm
ke şedey le ser naye
ke lêy deda «qûřabe»
çend derwêşî têne cê
deřwa «keşkorî» nabe
çend «mera»y ser dersan
ḧerfekyan webîr neman
çend ḧakmî ser textan
hemû jinyan teraq dan
sûrtan řeşad deyhenard
loyan be xerat denard

kuře paş maweyek enêrê bo xwazbênî kiçeke û kiçe şûy pê nakat. emca lê bazgeşt ebêtewe û bem corey xwarewe basî eka:

keput «hêrane» qurtî
taze binêştî têdaye
gêt miratî sepanan
hêstir leqey lêdaye
birjangit kirkî kerê
taq û cût řawestaye
didanit xake nase
lo qortê çak kiraye
perçem perkî kifrêye
biznan dewrî lê daye
kezît perkî karêye
de řîxê wer diraye
řumet perkî şiftye
mirîşkan dinduk lê daye
bejinit çende birinde
hurg parî wê daye
sunekî meḧkem dexom
sed «gucîr»y têdaye
qunit toqerey aş
no «ḧerbe»y zerer daye