kabrayekî nayserî diłî be jinî kabrayekî...
kabrayekî «nayserî» diłî be jinî kabrayekî «zenan»yewe ebê, zenan dêyek le jaweřo, hemû car hatû çoy zenanî ekird û be teway boy řê ne’ekewt legeł yarekeya yek bigirin.
řojîk jineke be kabray dostey wit: eger etewê pêkewe binûyn û mêrdekeşim le małewe bê, sibeynê biço nêrekerêk bênere awayî û biłê eyfiroşim be yekêk, mêrdekeşim zor ḧezî le nêreker eka bo karwan, ew wexte min çarî îşeke ekem.
kabra bo sibeynê nêrekerêkî peyda kird û hênaye awayî û witî: em nêrekere efroşim, kabray mêrdî jine çû be layewe zor diłî pya çû û witî: be çendî edey? kabra witî: bira bebê çend û çûn eydem be pêşî jinêk. kabra hatewe bo małewe û karesatekey bo jinekey xoy wit, jine witî: kuře asane, to bîhêne, minîş eçim kuzekey daye xeramanî dirawsêmanî be emanet dênim û eydemê û nêrekerekey le dest der dênîn. kabra witî: «yanet wêran bo peyu zîrekît».
çû kabray kerfiroşî bekerekewe hênaye małewe û jinekeşî çû hînekey dayexeramanî hêna. legeł kabray ker firoş pêkewe nustin û be mêrdekeşî wit: lew dîwdî dergakewe danîşe agat le nêrekereke bê newek biřwa. eman destyan kird be îş û ewîş lew dîwewe le dirzî dergakewe seyrî îşekey emane ekird. kabra mêrde birayekî hebû lew kateda hat û le meseleke têgeyîşt pêy wit ke wate çak seyr bike newek kabra lêy têk biçêt. mêrde witî: zor be parêz seyr ekem û dił û çawim tê biřîwe, bełam em kabraye wa be tundî têy axnîwe û cûtî kirduwe ne ewey ême dyare ne ewey daye xeramanî dirawsêman. miłemaş biřyaken. mezano çêş kero?