kabrayek hebû le hełebce jinekey çûbuwe...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  674 views

kabrayek hebû le hełebce jinekey çûbuwe lay qazyekey hełebce şikatî lê kirdibû ke gwaye pyaw nemawe nikaḧekeyan hełweşênîtewe. qazî pyawekey bang kird û le řûy jinekeda lêy pirsî ke to çî ełêyt? kabraş «bilamanî» de’bakey řep kird û xistye destyewe û witî: «qurban! cenabî qazî hemû şayet û qiseyekim emeye ke be destimeweye û le xizmetta řawestawe». qazî witî: «berastî şayetî çak û ’adłe, şer’ qebûłî eka biro xuşkim de’waket diroye, ewa şayetekey wekû ker ezeřênê».