kabrayek lew deşte tałe řojêk zerdewałe...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  770 views

kabrayek lew deşte tałe, řojêk zerdewałe dabûy be de’bakeyewe awsa bû, hatewe bo małewe be jinekey xoy wit: destîşî girtibû be de’bakeyewe: afret emeyan le bazař efroşt eyanda be hînekey xom û sed qeranîş, řûy nebûnî řeş bê nebû bîkiřim, her wa werim girt û hênamewe, witim to çawit pêy bikewê bizanî çone; eger başe bełku qerz û ferzêkî bo bikeyn û cêbecê keyn.

afret witî: ca pyaweke eyeřo qerz ferzî bo çîye? ewe xişłekanî min heye bayî dused qeranîş ebê, biço bîde be xawenekey û werewe, taze çon pêy edeytewe? pyawe pîre xişłî wergirt û lepaş sê çwar řoj, awsawîyekey nîştewe û de’ba wekû xoy lê hatewe. řojîk be hełedawan hatewe û kirdî be jûra witî: afret! her xwa řeḧmî pêy kirdim. witî: çî buwe? witî: ew kêre ke hênabûmewe dizyetî derçû. girtimyan û birdimyan bo lay qazî. be hezar dest maçkirdin û emla û ewla sed qeranim da û kêrekem pêy danewe. ewanîş kêre konekey xomyan pê damewe. her baş bû řizgarim bû le destyan. jine witî: «min xom her řojî heweł emzanî ewe dizyetî bû egîna çon bew core be herzan eyanda?»