kabrayek bêjnî harî kirdibû be her cor...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  801 views

kabrayek bêjnî harî kirdibû, be her cor bû bêwejnêkyan bo saz kird û tozê temêy bêwejnekeyan kird. bexwa bêwejin bê însafane têy ber bû. kuře way lê hat lûtit bigirtaye gyanî der eçû, hesta naçar małekey becê hêşt û małe pûrêkî hebû çû bo ewê.

le řêgada tûşî kerêk bû, kere gelê lem lattir bû; çuwe bin destyewe û pêy wit: «ewe bo kwê eçî? toyş eçî bo małî purit?»