dû bira lêfeyekî biçûkyan kiřîbû dinya...
From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
1 minutes
1021 views
dû bira lêfeyekî biçûkyan kiřîbû. dinya zistan bû, şewê wîstyan pêy binûn kabrayekî kurdîş bû be mîwanyan, çû le naweřastyanewe řakşa. şewê be tewawî sardî kird. birakan her yeke leber serma, lêfekeyan bo lay xoyan řa’ekêşa. kabray mîwanîş hîç niqey ne’ekird, tenha ewe nebê eyut: «min parem nedawe řaynakêşim». legeł eweşda her kam lewan řayanbikêşaye beşî ewî her emayewe.