pyawêk hebû lew sere fetey naw bû jin...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  746 views

pyawêk hebû lew sere, fetey naw bû, jinêkî hebû nawî semen bû. fete û semen gelê sał bû pêkewe hawser bûn û çend minałêkîş kewtibuwe beynewe. řojêk semen hat be serya û le fete tora û małî becê hêşt, fete le mał nebû, ke hatewe seyrî kird mał û minał bê xawen û semenîş dyar nîye. le encama têgeyşit ke eme semen torawe, yek dû řoj wazî lê hêna semen her dyar nebû, paşan dirawsêyekyan hebû nardî be şwênya. semen witî taze îtir nayemewe bew małeda. beynêkî tirî pê çû yekêkî tirî nard be şwênya her kełkî nebû. naçar çuwe lay bapîr aẍa û pêy wit semenî jinim torawe wa her çend ekem nayetewe. bapîraẍaş «gułe»y kiçî xoy nard be şwênya. ewîş her çend amojgarî kird bo ewey biçêtewe lay fete her kełkî nebû. fete hanay birde lay mela ke bełkû îşêkî wa bika semen bigeřêtewe, mamostaş be řîşe sipîye cwanekeyewe ’esakey girt be destewe û çû bo lay semen, pêy wit daykim şer’ efermiwê afret ebê le jêr îta’ey mêrda bê û nabê le emrî derçê. êsta leser çî torawît? em toranet muxalefey şer’e û heste biřorewe naw mał û minałekanit û çawedêrî małekey xot bike, ewa min be řîşî sipîyewe hatim be şwênta le şaxî şeytan were xwarewe, heste pêşim kewe ba biçînewe.

semen witî mamosta ’ezyetî xot mede carêkî ke min nayemewe lay fete, xwat legeł bê zeḧmetit kêşa. mamosta be nahumêdî geřayewe. fete îtir destî le hemû layêk biřa û îtir ser le êwareyek leser serenwêlkeke destî dabuwe jêr çenagey û kewtibuwe naw deryay xem û pejarewe. bacî ’asim hebû lew kateda û lew ḧałeda çû be serya, bacî ’asim yekêk bû le cananekanî zeman. dem û pilekey hełoy le asmana ehênaye xwarewe. ca bacî ’asim řûy kirde fete û witî fete ewe çîye? wa doş damawî? witî bacî ’asim bêjim çî? semenî jinim toryage, ewa kul û kafir bûm, legełim nayetewe. xom û minałekanî sergerdan kirdige. bacî ’asim witî herwa? a bizane ew wa wa lê kirawe çon be şeq eyhênmewe. emey wit û lêyda řoyşit, ke řoyşit seyrî kird wa semen le bin gwêsebaneyeka demê binêştî le demaye eyciwê. legeł dû sê jinî tira danîştûn hêlke hêlk pê ekenê û dawyetye řawî qise. bacî ’asim her le dûrewe şêtanî û řûy tê kird witî:

«erê hey qeḧbey makerî abłax! erê hey dêłesegî desaçoy destî hetîwan! ewe bo çi naçîtewe lay ew pyawe? ewe ew minałanet bo bereła kirduwe? heste heste pêşim kewe heta be şeq geł û qingim nekirdûy be yek, kone ḧîzey dêłeseg heste řast berewe». her ke bacî ’asim emey le dem hate direwe semen wekû kêç řapeřî û çarokekey da be serya û witî: «bacî ’asim gyan! key ew pyawe bê feře yekêkî necîmî wecax zadey narduwe be şwênma û min nehatmewe, ewa êsta to hatî, bizane çon legełit dêmewe? fete ba xirapîş bê diłî to naşkênim».

wełła wekû şekiroke pêşî kewt û hatewe.