lew ber kêw hemû êwareyek mamostayek...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  455 views

lew ber kêw hemû êwareyek mamosta we’zî eda. êwareyekyan witî: her kes be şewî cim’e legeł xêzanekey xoya dirust bibî, qesrêkî le beheştida bo dirust ekirê. jinêk le kořî we’zekeda bû, hesta geřayewe û ew êwareyeş cim’e bû, be mêrdekey xoy wit pyaweke mamosta way fermû, îmşew cim’eye ba koşkêk le beheşta dirust keyn. koşkêkyan dirust kird. zorî pê neçû jine witî pyaweke ewe bo to bû, ba koşkêkîş bo min dirust keyn, koşkêkyan bo ewîş dirust kird. paş maweyek jineke witî pyaweke eger mîwanêkman hat le kwê daynêyn? ba koşkêkîş bo ew dirust keyn. bełê mîwanxaneyekîşyan dirust kird. pyawe seyrî kird eger bem core pêwe biřon ewendey koşk ebê le beheşta, serî lê dernaka. jine hat byewê qise bika, pyawe pêş ewe ew qise bika hatewe kar, bełam kirdî be şwênêkî tira. jine witî çît kird? pyawe witî: «afret her kes sê koşkî le beheşta hebê, ebê xanuwe şiřêkîşî le ceḧenema hebêt».