fayeq bêkes le suleymanî fêrbibû be kes...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  715 views

fayeq bêkes le suleymanî fêrbibû be «kesper»y ’ereqfiroş, her eçû ’ereqî lê esend û eyut: le ser ḧisab bînûse, filsî ne’edaye. řojêk eçê daway qapê ’ereqî lî eka û her le dukanekeşya da’enîşê bo xwardinewey. kespeřîş qape ’ereqêkî zor turşî bogenî naxoşî bo dênê, çunke ezanê pare nada. fayeq hemûy exwatewe û gwê nadatê. le katî hestana tenha dû dînarî pê ebê, dû dînareke eda be kespeř, kespeř zor sersam ebê, ełê kak fayeq eme gelêkî zyade le nirxî qape ’ereqeke. fayeqîş ełê min nirxî qape ’ereqeke nadem, nirxî ew westayetyey to edem ke çon twanîwte le qingêkî wa firawanewe biřêtye qapêkî wa tengewe.