kabrayek hebû lew mukiryane sey ’ezîzî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  616 views

kabrayek hebû lew mukiryane sey ’ezîzî naw bû, şêt bû, le pişîle zor etirsa, řojêk kerwêşkêk egirin û eyxene koşyewe. ewîş ełê kuře berim den pişîle xwardimî. ełên kuře pişîle nîye kerwêşke. ewîş ełê kuře hîzîne pişîleye, pêy ełên pişîle gwê kurte û kilkî dirêje, kerwêşk gwêy dirêje û kilkî kurte. sey ’ezîzîş ełê: «hîzîne kilkî kurt û gwê dirêje, gwê dirêj û kilkî kurt nîye, madam çawî şîne îşî xoy her eka û emxiwa».