mela ewřeḧman hebû le suleymanî řojêk...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  798 views

mela ewřeḧman hebû le suleymanî, řojêk hendî le melakanî wekû şêx babe’elî tekyeyî û şêx nûrî babe’elî û mela ḧisênî pîskendê řûy lê enên ke bangêştinêkî nanxiwardinyan bika, ewîş -selamet bê- hîçî le dest ne’ebuwewe. ta mawey şeş mang bemcore legełî xerîk ebin, le encama bełênîban edatê ke babe îmşew bo nanxiwardin le małî ême ebin û kêş legeł xotan dênin bênin.

eme xeberêkî xoş bû, bo êware melakan hendêkî tirîş legeł xoyan eben û eçin bo małî mela ewřeḧman, be qisekirdin řay’ebwêrin û xoyan exełafênin. seyr eken hîç dengubasî nan hênan nîye, şêx babe’elî xoy pê řagîr nakirê, ełê mela ewřeḧman birsîmane kwa nan? ewîş ełê qurban pele meke, ekewête direng seyr eken nan her nîye. emca hemûyan ełên mela le birsa mirdîn kwa nan? ewîş ełê bê beła bin dwanze mangey xwa nan û goşt exon, ba îmşew hîç nexon çî ebê? bemcore destyan pêwe enê û hîçyan nadatê be sikî birsî egeřênewe..