lew sere le bin dewarêka hendêk danîştibû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  705 views

lew sere le bin dewarêka hendêk danîştibûn, hemû qiseyekyan ekird, sere hate ser basî jin, her kes le astî xoy muçřikêkî pya hat, bełam kesyan neyanxiste xoyan. yekê le danîştuwekan witî: bira emey pê nawê, ême eger řast ekeyn ba her kese eger le jinekey natirsê qît řast bibêtewe. hemû be carê hestan tenha yekêk nebê. lêyan pirsî û adyare to hîç natirsît le jineket? witî: «newełła ḧedî çîye lêy bitirsim, bełam îmřo darêkî małîwe be qaçma kołewarî kirduwe, leber ewe natwanim hestim, egîna we nebê lew netirsim».